Gelê Şernexê mihtacê alîkariyê ye

Gelê Şernexê mihtacê alîkariyê ye

Serokê Nuh Egîtîm-Derê Nurettîn Tatar ragihand ku gelê Şernexê mihtacê alîkariyê ne. Ji ber vê yekê Tatar bangewaziya alîkariyê kir.

Serokê Nuh Egîtîm-Derê Nurettîn Tatar di der heqê gelê Şernexê ya ku ji ber şer û pevçûnan mexdûr bûye de nirxandin kir.

Tatar destnîşan kir gelê Şernexa ku dê qedexeya derketina derve qismen were rakirin mexdûr e. Ji ber vê yekê Tatar bangewazî kir da ku mexdûriyet werin çareserkirin.  

Tatar wiha destnîşan kir: “Gel di vê pêvajoyê de gelek zehmetî kişand. Kesên ku li vir man di derbarê ceyran, vexwarin û xwarinê de zehmetî kişandin. Ji ber bombeyên ku teqiyan derûniya zarokên wan xera bû. Tu kesî nedizaniya ku dê qedexe wiha dirêj bajo. Kesên ku koçê derve kirine her tiştên di destê xwe de xelas kirin. Şerê 82 rojî xelas. Vê carê pêvajoya xerakirinê dest pê kir. Niha hema hema temamê bajêr tê xerakirin. Binasiya vê yekê jî ew e ku avahiyan zirarê dîtine û sazkirina planên nû ya veguhartina bajaran.”

“Hewceyiya telafiya xisarê bi zemanê heye”

Tatar destnîşan kir ku ji ber qedexeya derketina derve ya dirêj ajot 60 hezar însan ji bajêr koç kirine. Dûvre Tatar wiha pê de çû: “Heke gelê ku koç kiriye vegere jî mal û îş tune. Qadên xebatê yên bajêr ji bilî ve xera bûn. Hinek ji wan zêde xisar dîtin. Saziyên raya giştî êdî nehatin bikaranîn. Di nav însanan de birînên kur çêbû. Hewceyiya telafiya xisarê bi zemanê heye.”

 “Heke kêm jî bibe dê em îhtiyaciya gelê xwe temîn bikin”

Tatar destnîşan kir piştî ku qedexe were rakirin dê ew hewl bidin hinek projeyan tetbîq bikin. Dûvre Tatar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek komele me di pêvajoya qedexeyê de hindik alîkarî kir. Hemî kesên li vir xwedî îhtiyac in. Ji teref walîtiyê de di nabeyna 8 mehan de 3 car alîkariya gel hatiye kirin. Ev yek jî îhtiyaciya gel têr nekir. Heke kêm jî bibe dê em îhtiyaciya gelê xwe temîn bikin. Temeniya me ew e ku îhtiyaciya gel were temînkirin.”

Tatar ji bo ku mexdûriyet werin çareserkirin bangewaziya rêvebiran kir: “Şernexiyan mal, kar, eşya û her tiştên xwe ji dest da. Mihtacê her tiştê ne. Ji ber ku zivistan nêzîk bûye bi taybet niyaziya gel bi îhtiyaciyên zivistanê hene. Divê derên ku lê bisitirin û îhtiyaciyên din werin temînkirin. Ji bo vê yekê em bang li her kesî dikin. Çiqas birayên me yên Sûrî û Iraqî mihtacê vê yekê ne ew qas jî birayên me yên Şernexî jî ew qas mihtac in. Di serî de alim di derbarê vê yekê de karê rîsipî û saziyên civakên siwîl hene. Pêwîst e ku gavên cidî werin avêtin.”

Li Şernexa ku ev 8 meh e qedexeya derketina derve didomê dê ji sibê pê ve di nabeyna saet 05.00-22.00yan de qismen were rakirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.