Gelo Jîtem Çû Pîtem Hat Dewsa Wê?
Hêzên tarî yên di nava Polîsê Tirkiyê de ji bo ku endamên Cema’et û Komeleyên Îslamî bikin sîxur û muxbîr her roj hinek teşebbusên nû dikin. Qezeteya Doğrûhaberê van fe’eliyetên tarî yên di nava Polîsan de kir manşet.
Hêzên tarî yên di nava Polîsê Tirkiyê de ji bo ku endamên Cema’et û Komeleyên Îslamî bikin sîxur û muxbîr her roj hinek teşebbusên nû dikin. Qezeteya Doğrûhaberê van fe’eliyetên tarî yên di nava Polîsan de kir manşet.
Li Stenbolê “Projeya Mesûliyeta Civakî” ji amanca xwe hat deranîn û adeta hat guherandin bibal projeya muxbîrtiya sivîl ve.
Polîs, bi bêhiqûqî ji kesên ku tu sûcên wan nîne re teklîfa pera, kar û bursan dikin û carna jî bi şantajan dixwazin van kesan bikin sîxur û muxbîr. Berî niha derketibû holê ku piştgiriya van fe’eliyetên muxbîrkirinê ji alî Sodesê ve hatine kirin.
Gelek mînak ji bo van fe’eliyetên muxbîrkirinê hene. R.T, M.D, S.F beyan kirin ku polîsan teklîfa ajantî û muxbîrtiye li wan kirine. Xwendekarên ku ev teklîfên qirêj li wan hatiye kirin beyan kirin ku polîsan di miqabilê pere, we’da kar, bûrs û şantajan ev teklîf li wan kirine.
Huquqnasan beyan kirin ku heger teklîfên wisa li we hat kirin divê hûn zanibin ku, bi vî awayê ku polîs rêya we bibrin ev yek ne hiqûqî ye û sûc e. Tu demî xwestekên wan yên hevdîtinê qebûl nekin. Qet’î te’wîzê nedin wan. Heger bi telefonê li we bigerin cewaba telefonê wan nedin. Telefona xwe bigrin. Dema teklîfeke wisa li we hat kirin xeberê bidin hevalên xwe. Bi parêzerê xwe re xeberdin û li sawcîtiyê îlana sûcê bikin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.