“Gelo Misliman li Trakyaya Rojava bawerîyên xwe li gor Lozanê dikarin bijîn?”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji îddîayên Peymana Lozanê tê tetbîqkirin re bi şikleke tund bertek nîşan da û pirsî “Gelo Misliman li Trakyaya Rojava bawerîyên xwe li gor Lozanê dikarin bijîn?”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha ziyareta ku li Yewnanîstanê kir de bi Serokomarê Yewnanîstanê Prokopîs Pavlopulos re hevdîtin kir.
Di dema ziyaretê de Pavlopulos diyar kir “Mislimanên li Trakyaya Rojava li gor Peymana Lozanê dijîn.” Recep Tayyîp Erdogan vê gotina Pavlopulos wisa bersivand: “
Li Trakyaya Rojava Misliman dixwazin bi mîftîyê ku hatiye tayînkirin bên birêvebirin. Li Tirakyaya Rojava miftî tê tayînkirin, lê belê nayê hilbijartin. Gelo Misliman li Trakyaya Rojava bawerîyên xwe li gor Lozanê dikarin bijîn? Hûn çawa dikarin bibêjin Peymana Lozanê tê tetbîqkirin? Yanî peyman nayê tetbîqkirin. Divê em tetbîqkirina Lozanê bi vî awayî bi dest bixin. Desteka pêwîst ji kesên ku li Trakyaya Rojava dijîn re nayê dayîn. Li wan cudakerî tê kirinç Hûn li Tirkîyê derbarê welatîyên Rûm ên ku dijîn de nikarin tiştekî wisa bibînin. Hûn nikari di warê îbadetan de nikarin zehmetîyekê bibînin. Divê em van meseleyan vekin. Me bi gelek rayedaran re hevdîtin kir; lê belê tu netîce derneket.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.