Gelo Tirkiye Koloniya Emrîka Ye?

Gelo Tirkiye Koloniya Emrîka Ye?

Emrîka, Ewrûpa, Nato û teşkîlata dewletên yekbûyî, bêtirs li Tirkiyê cirîda davêjin, gotina dikin, têkilî nav karê îdare û yargiyê dibin.

 Emrîka, Ewrûpa, Nato û teşkîlata dewletên yekbûyî, bêtirs li Tirkiyê cirîda davêjin, gotina dikin, têkilî nav karê îdare û yargiyê dibin. Pîrînçlîk û Încîrlîk û Kurecîk... Sîstemên fuzeyan, radar û roketên patriyotan, eskerên Emrîka, Hollanda û Elman, ajanên FBI(ef bi ayê) û gotinên sefîrê Emrîkayê. Bêtirs û perwa li nav Tirkiyê cîrîda davêjin, di aleyhê îdare û yargiya Tirkiyê de dipeyivîn.

Vê paşî sefîrê Emrîka li dijî îdare û yargiya Tirkiyê peyivî. Emrîka ji kirinên xwe ne şerm dike ne perwa. Berdevka wezareta karên derve ya Emrîka Nûland, li sefîrê xwe xwedî derket û weha got “Rîçardone, tiştên ku Hîlerî Kilînton digot tekrar kiriye. Ez bawerim ku wê wezîrê nû John Kerî jî eynî tiştî bêje.”

Wekî tê zanîn sefîrê Emrîka yê Enqerê Rîçardone, li Enqerê bi qezetevanan re civiyabû, di civînê de li dijî sîstema yargiya Tirkiyê de wiha  gotibû “Ji wezîfedarên eskeriyê re gotin terorîst û wan xistin hepsan. Serekê YOKê yê kevn, di paş deriyan de ye. Mehkemên Ewrûpa û Emrîka, nikarin vî tiştî îfade bikin.”

Li aliyê din piştî erîşa li sefaretxana Emrîka, ajanên FBI ya Emrîka ketibûn dewrê. Wekî tê texmînkirin ku wê li Tirkiyê serbest tevbigerin. Li ser van hemî bûyeran, hinek dipirsin bê gelo Tirkiye koloniya Emrîka ye?

bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.