GELO WEZÎFA POLÎS ÇIYE?

GELO WEZÎFA POLÎS ÇIYE?

Wekî tê zanîn, polîsê Edenê, ev çend sal e, bi hincet û behaneyên cûrecûr, komelên Îslamî û sivîl nerihet dike

GELO WEZÎFA POLÎS ÇIYE?
POLÎSÊ EDENÊ JI KOMELÊN SIVÎL Û ÎSLAMÎ ÇI DIXWAZE?

Wekî tê zanîn, polîsê Edenê, ev çend sal e, bi hincet û behaneyên cûrecûr, komelên Îslamî û sivîl nerihet dike, bela sebeb dilda û xebatkarên komela, li mal û kargeh û dikanê wan, wan û aîlên wan tehdît dike, mîna êrîşî terorîstan bikin, digrin ser malê wan û wan bê îzna qanûnî desteser dike. Heta niha ewqas êrîşên li komela hatine kirin, ne li ser êrîşekê sekinin ne lêpirsîn vekirin ne jî sûcdarek tesbît kirin. Gava xwendekarên camiya yên dersa Quranê herin ger û geştê, diçe li wan dera li wan dixe, wan tehdît dike. Ciwanên ku terka xerabiyan kirine û xwe bi sohbetên komela ve girêdane, ji bo ku wan ji komela biqetînin, wan û malbatên wan tehdît dikin, komela mîna teror û xerabiyê nîşan didin. Çend cara jî xwestibûn ku qomploya li mesûlên komela rast bikin û her wiha dijminantiyên mîna vana.

Gelo wezîfa polîsê Edenê tenê te’deyên li komelê Îslamîne? Li Edenê diz û qûmarbazî qediya, fuhûş û zîna qediya, çete û sextekarî qediya, esrar û narqotîk qediya, her neheqî û xerabî qediya, ma hew kar û xîzmet û çûna komelên Îslamî tenê sûc ma?

Ji mexdûran yek jî Hesen Tûğlûk e. Hesen zulm û te’deyên ku ji teref polîs dîtiye wiha beyan kir “6 meh berê polîs hat cîhê lê dixebitim. Ji min re got neçe komela Anadolû-Derê. Ji patron û aîla min re Anadolu-Derê mîna cîhê terorê nîşan dan. Min jî vê merselê da medyayê. Lê dev ji min neqeriyan. Min abûqat girt. Merselê ji hikûmetê re heta serekcimhûriyê re şand. Min li polîsa dewa vekir. Îna derbas bû, gazîminî qereqolê kirin. Min got herin bi abûqatê min re bipeyvin. Qehirîn, dûre bi du erebe tije polîsan û bi sîlehan, girtin ser mala me.Saetekê bi sîlehên otomatîk li kuça me geriyan. Tiştek safî nekirin îja dixwazin me di çavê xelkê de, xerab bide nişandan. Berpirsiyarê hikûmetê bila li ser vê neheqiyê bisekinin.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.