Ger HUDA PAR tunebana ew ê gelek kesên din jî wek Yasîn û hevalên wî parçe parçe kiribana

Ger HUDA PAR tunebana ew ê gelek kesên din jî wek Yasîn û hevalên wî parçe parçe kiribana

Turgutê ku bi bernameya bîranîna Yasîn Börü û hevalên wîde axivî diyar kir ‘Ger HUDA PAR tunebana, wek wan salên 90îew ê gelek kesên ji mejî wek Yasîn û hevalên wî parçe parçe kiribana û dê me şehîd kiribana”

Ji teref Serokatiya Bajêra Meletyayê ya HUDA PARê ve ji ber minasebeta şehadeta Yasîn Börü û hevalên wî yên ku li Diyarbekirê ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin û ji bo Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakiyê ku li Kanîreşa Çewligê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Vedat Turgutê Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê di bernameya ku hat tertîpkirin de derheqê salvegera şehadeta Yasîn Börü û hevalên wî de nirxandinan kir. Turgut di axavtina ku kir de qala “pêvajoya çareseriyê” û netîceyên wê, qala şehîdbûna Yasîn û hevalên wî û her wiha li êrîşan mudaxelenekirina polêsan kir. Turgut bi heman awayî di bîran xist ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de gelek saziyên civaka siwîl û kesên xwediyê nasnameya Îslamî û qursên Qur’anê hatine hedefgirtin.

 “Tu hisaba HUDA PARê nekiribûn”

Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger HUDA PAR tunebana  û ger ev doza ku bûye dengê Mislimanan tunebana ew ê wek wan salên 90î  gelek kesên ji me dê wek Yasîn û hevalên wî parçe parçe bikirina û ew ê me şehîd bikirina. Turgut dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji amîrên mulkî re jî çend gotinên me hene. Me got ku pêvajoyek bû û Misliman ji wan re hatibûn teslîmkirin. Lç belê HUDA PARê nexistibûn hisabê. Ew ê di salên 90î de Mislimanan şehîd bikin, carinan ew ê  pitikên di dergûşê de bi bombeyan şehîd bikin, ew ê carinan  dê û bavên pîr û kal di mal de bi bombeyan şehîd bikin. Ew ê carinan li Hezexê Seyîd Hesen û Huseyîn parçeparçe bikin, ew ê wan bavêjin çem, hêj jî cesedên wan nehatiye dîtin. Van tiştan kirin û di ser de jî ew ê derkevin medyayên xwe û ew ê bibêjin ‘Ev Misliman me kuştin, ev kes zilaman dikujin û perçe dikin.’ Lê belê ger HUDA PAR tunebana  û ger ev doza ku bûye dengê Mislimanan tunebana  wek wan  salên 90î  gelek kesên ji me dê wek Yasîn û hevalên wî parçe parçe bikirina û ew ê me şehîd bikirina. Ew ê dû re gotibana ‘Vanan me li me dan û me kuştin.’  Rayedarekî paye bilind ê partiyeke siyasî  piştî bûyerên Kobanê bibêje ‘ Divê ev der bibe Kobanî, pêwîst e her kes bi ruhê Kobanê derkevin derve’ û ‘ li Kobanê mirin heye, divê kevir li ser kevir nemîne, li her derî qetlîam û mirin. Ji ber vê yekê divê ev der jî bibin wek wan deran.’ Tu îzaha vê daxuyaniyê tuneye.”

Turgut di dawiya axavtina xwe de qala perçebûn û tevlîheviya li ser erdnigariya Îslamê kir û diyar kir îxtiyaca hemû kesan bi bernameya HUDA PARê heye.(ÎLKHA)






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.