Ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li gund tu kes nemîne

Ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li gund tu kes nemîne

Cotkarên Xarpêtî diyar kirin ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li heremê cotkarî xelas bibe û li gund tu kes nemîne.

Cotkarên bajaroka Akçakîraza Xarpêtê di derbarê Projeya Uluovayê de  destnîşan kirin ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li heremê cotkarî xelas bibe û li gund tu kes nemîne.

Di derbarê mijarê de Serokê Kooperatîfa Avdanê ya Akçakîrazê Mustafa Yilmaz ji ÎLKHAyê qala mişkîleyan kir û diyar kir ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li heremê cotkarî xelas bibe û li gund tu kes nemîne û wiha pê de çû: “Di wan mehsûlên ku em diçenin de gelek mesref çêdibe.Ango mesrefa xwe dernaxe.Dema ku em naçenin jî tiştek nayê ber destê me.Herêma me herêma zîreatê ye.Uluova jî di heremê ji bo heremên zîreatê ciheke bijarte ye.Berê pincar  ango silk li vê derê dihat çandin.A niha ew qas pere nake.Ji ber vê yekê miletê me berê xwe da çandina garis.Lê vêcar jî garis pere nake.Lewra mesrefa wê zêde ye û qezenca wê nîn e.Em nizanin çi bikin.Em nizanin çi karî bikin.”

 “Ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê li gund tu kes nemîne”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir îxtîmal e ji ber mişkîleyan li Uluovayê cotkarî xelas bibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku Projeya Uluovayê pêk neyê dê Uluova jî nemîne.Darên ku berî vê çend salan hatibûn çandin hişk bûn.Lewra di qenalê de av nîne.Ji ber vê yekê divê ev proje bê çêkirin.Bila ev proje bê çêkirin da ku Uluova dîsa zînde bibe.Ger ku neyê çêkirin dê Uluova ji holê rabe.”

“Berê li gund 110 traktor hebûn, lê a niha tenê 15 traktor man”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe der diyar kir her kes bi qasî têra rizqê xwe diçîene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her kes bi qasî têra wan bike diçenin. Lewra tu dahata wan nîne.Cotkarek ji bo karibe alîkariya pincaran bistîne divê 500-600 ton pincar ji mehsûla ku çandiye bistîne.Lê dema ku diçenin herî zêde 50-100 ton dikarin bi dest bixin.Ji ber vê yekê divê ev projê demildest bê çêkirin.Divê kesên rayedar li ser vê meselê bisekinin.Ji ber ku ev bû 5 sal av nîne, deşta me ziwa bûye. Berê li gund 110 traktor hebûn, lê a niha tenê 15 traktor hene.Millet dev ji van deran berda û çû.”

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir Projeya Uluovayê pêk neyê dê li heremê cotkarî xelas bibe û li gund tu kes nemîne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.