Gereki effuyek giştî bê derxistin
Çêkirina Hepsan, Sûcdaran Zêde Dike
Saziyên sivîl, rewşa hepsan xerab dibînîn û ji bo mehkûm û hepsan îqaz dikin ku çêkirin û zêdebûna hepsan ne çare ye.
Komel û saziyên sivîl, diyar dikin ku li Tirkiye, li hepsan, me’melên li mehkûman ne hiqûqî û însanî ne, rewşa hepsan ne baş e. Kapasîta hepsan bi ser hedê xwe ketiye. Li gelek hepsan, digel mehkûm mal û merivê wan jî tên ceza kirin. Sirgûnê dawîn, ceza kirina mehkûm û malbatan e. Îdara hepsan, kêfî û bêqanûnî tevdigerin, xisûsen li mehkûm û girtiyên zarok, me’melên xerab bikar tînin.
Her wiha saziyên sivîl dan zanîn ku divê di qanûna înfazê de guherînê di lehê mehkûman de bên kirin, ji bo hemî mehkûman, edlî û siyasî tev, effuyek giştî bê derxistin.
Serekê komela Hur-Der a şaxa Batmanê parêzer Zekeriyya Yapicioğlû, derbarê vî warî de wiha got “Kapasîta hepsan bi ser heddê xwe ketiye. Zêdebûna hepsan li ber sûcan nabe berbest. ‘Eksê vê ya, sûcdaran zêde dike. Ji ber bêmaneviyat û polîtîkayên çewt yên hikûmetê, rewşa hepsan û mehkûman ber bi xerabiyê ve diçe. Divê di qanûna înfazê de, guherînên baş bên kirin. Qismên înfazê bên daxistin. Ji bo edlî û siyasî mehkûman tev, effuyek giştî bê derxistin. Me’melên kêfî yên li ser mehkûman bi dawî bibin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.