Girtin û Êrîş

Girtin û Êrîş

Li Stenbolê 2 Kes Hatin Girtin, Li Geverê Êrîş Hat Kirin

Li gor xeberan hat gotin ku do li Stenbolê du kesên di hewla êrîşê  de hatine girtin. Hat diyar kirin ku her dû jin, ji teref emniyetê ve tên tesbît kirin û tên teqîbkirin. 

Hat îddîa kirin ku 2 jinên endamên rêxistinê li nêzê Miduriyeta Ewlekariya Îstanbulê hatine binçavkirin. Di  çentê 2 jinan de 2 tebenca û 155 heb gule hatin bidestxistin. 2 gumanbar di miduriyeta ewlekariyê de girtîne.

Li aliyê din hat îddîa kirin ku do li Geverê, gava millet ji nimêja terawîha ji camiyê derdikeve, çend kesên çekdar tevlî nav qerebaliğê dibin û di nav wan de êrîşî hêzên emniyetê dikin. Hat îddîa kirin ku ji ber qerebaliğiyê, li wan mudaxele nehatiye kirin. Piştî êrîşê, lêgerîn û lêpirsîn dest pê kir. Ji ber hadîseyê millet hinekî kete panîkê û dûre jî tepkî nîşandan ku cezayê hadîseyên wiha millet dikişîne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.