Girtina Refahê Felaket E

Girtina Refahê Felaket E

Endamê îdara Hamasa hereketa berxwedana Îslamî Îzzet er Reşak da zanîn ku li Fîlîstîniyan girtina deriyê Refahê, şermezar dikin.

Endamê îdara Hamasa hereketa berxwedana Îslamî Îzzet er Reşak da zanîn ku li Fîlîstîniyan girtina deriyê Refahê, şermezar dikin.

Reşak bi qezeta es Sebîl ya ku li Urdunê tê weşandin re peyivî. Reşak diyar kir ku tek niqteya ku Ğezze û dinyê bi hev ve girê dide, deriyê Refahê ye. Deriyê Refahê ji bo Ğezzeyê, damara heyatê ye. Girtina vî derî êrîşeke li xelkê Filistînê ye, xizmeta rejîma terorê ye.

Reşak wiha got: “Girtina deriyê Refahê, îşareta felaketa ekonomîkê ye. Divê ev derî hem ji bo însanan hem jî ji bo eşya û malzemeyan vekirî be. Pey xetimandina tunelan, divê deriyê Refahê vekirî bimîne. Ğezzeyê tu car ewlehiya Misrê tehdît nekiriye û tevlî nav karên hundirê Misrê nebûye.

Li aliyê din li bajarê el-Xelîlê, nêzî camiya hz. Îbrahîmê, dewriyeke ordiya Îsraîla îşgalker, marûzî êrîşeke çekdarî bû. Di êrîşê de sûbayek hat kuştin, 4 esker jî birîndar bûn. Ji wan rewşa yekî giran e. Pey êrîşa berxwedarên Filistînê, ordiya rejîma terorê girtin ser malên Filistîniyan. Di operasyonan de 20 kes hatin desteserkirin. Ji eskerên îsraîl yên du roj berê ji aliyê xortekî Fîlîstînî ve hatibûn revandin jî, li Kalkîlyayê termê yekî hat dîtin.BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.