Girtina Ser Hepsê
Li Tîkrîtê Êrîşker Girtin Ser Hepsê. 100 Mehkûm Reviyan
Li İraqê li Tîkrîta 160 kîlometrê dûrî bakura rojavayê Beğdayê, hinek kesên nenas bişev girtin ser hepsa Tesfîratê. Êrîşkerên çekdar bi kincên eskeriyê girtin ser hepsê. Di navbera êrîşker û polîsan de şer qewimî. Êrîşkeran du wesaîtên bombekirî jî teqandin. Di hadîseya navbera êrîşker û polîsan de, gelek kes hatin û kuştin û brîndar bûn.
Hat îfade kirin ku di heyama êrîşê de 100 mehkûm reviyane. Paşê ji wan 33 heb hatine girtin. Hinek şahidan gotin ku mehkûmên reviyane li Tîkrîtê bi polîsên ku wan teqîb dikirin re, şer kirine. Ji bo girtina mehkûman helîkopter jî hatine bikar anîn. Der heqê hejmaran kuştî û birîndaran de agahiyên saxlem nehatine dayîn.
Hat diyar kirin ku di hepsê de 350 mehkûmên El Qaîdeyê hebûne. Berî niha El Qaîdeyê îfade kiribû ku wê mensûbên xwe xelas bikin. Kenala el Cezîreyê îddîa kir ku piştî êrîşê, mehkûman heps xistine bin kontrola xwe û hemî deriyên hepsê girtine. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.