Girtinên Kckê
Li Şirnexê 32 Kes Hatin Girtin
Li Şirnexê di nav 20 rojan de li dora 68 navnîşanî operasyon hatin kirin. Di çarçova operasyonan de ji 56 kesên hatine desteserkirin 32uyê wê hatin girtin.
Polîsê Şirnexê li Merkeza Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopiyê di navbera 14ê Îlon û 5ê vê mehê de neh operasyonî kirin.
Operasyonên ku li 68 navnîşanî hatin kirin de 56 kes hatin desteserkirin. Ji van kesên hatin desteserkirin 32 kes hatin girtin.
Vêgavê îfada 8 kesan hê didome.
Li gor îddîayên emniyetê van kesan tevlî xwepêşanên newrozê bûne û di heyama newrozê de di bûyerên derketine de polîsekî kuştine û pênc polîsî jî birîndar xistine. Ji bilî vê van kesan bi şewitandina mekteban û Êrîş kirina wasîteya serekê akpê a qeza Hezexê jî tên sûcdar kirin.
Ji kesên desteserkirî 9 kes jî pey îfada li sawcîtiyê hatin berdan. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.