Gormez di derhqê qetlîama li Îdlîbê de daxuyanî da

Gormez di derhqê qetlîama li Îdlîbê de daxuyanî da

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez di derheqê êrîşa wek sarîn û klor li Îdlîbê hat lidarxistin de daxuyanî da.

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku di derheqê êrîşa wek sarîn û klor li Îdlîbê ji teref rejîma Sûrî ve hat lidarxistin de daxuyanî da vê qetlîamê şermezar kir û serxweşî li Mislimanan da.

Gormez wiha destnîşan kir: “Ez vê êrîşa ku li îdlîbê hatiye lidarxistin bi tundî tel’în dikim û serxweşî li Mislimanên ku ji vê şewatê re dibin hevper didim. Tu îzaha vê yeka ku pîrek-zilam, pîr-zarok nayê hesibandin li ser serê wan bombeyên kimyayî tên reşandin û bi vê yekê ax, hewa, av tên jeherandin û pêşeroja însanan tê hebakirin tune.”

Gormez, diyar kir ew kesên ku him dinya û him jî axîretê de neqenciyê dikin dê werin cezakirin. Dûvre Gormez wiha ragihand: “Helbet dê dawiya şerê were û dê li erdnîgara hêstirê de edalet ji nû ve were tesîskirin. Dê kesên ku him dinya û him jî axîretê de neqenciyê dikin werin cezakirin. Heta wê çaxê wezîfeya me ew e ku em hêvî, bawerî û cesareta xwe ji dest nedin û ji bo aşitî û merhametê hewl bidin û feryada dilên ku êdî sebra wan nemaye bibîhîsin.”

Gormez wiha dawî li daxuiyaniyê anî: “Ey Misliman û Umeta Îslamê! Li hemberê êrîşên terorî bê hest nebin. Birayên xwe ji bîr nekin. Bi hev re li cem mezlûman bisekinin. Ey lîderên welatên Îslamê, însanên xwedî îlm û parêzerên mafên însanan! Ji bo ku ev şerê bê qaîde û rêbaz were sekinandin her cûr derfetên xwe yên madî û manevî serf bikin. Vê êrîşa bê heya ya ku belengaz, dayîk û zarokan diperçiqîne diçe bidin sekinandin! Ji bîr nekin! Ev webal di sitûyê me de ye.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.