Gormez Peyivî
“Diyanet Nakeve Nav Niqaşê Elewîtiyê”
Endamên Diyanet û medyayê, di xwarina fitariyê de hatin cem hev. Serokê Karen Diyanetê Mehmet Görmez di xwarina fitariyê de wiha got “Remezan ne li gor niqaşên beredayî, divê li gor eslê xwe bê fem kirin. Bi niqaşên îlmîhalê yên beredayî, tiştên ku di remezanê de kirina wan hewce ye tên ji bîr kirin.”
Görmez derbarê niqaşên elewitiyê de jî wiha axivî. “Li Tirkiyeyê, meseleyên ku derbarê elewitiyê de tînin rojevê, ne tenê mesela Elewî û Sûnniyan e, mesela me hemûyan e. Mesela Elewitiyê û Diyanete her tim tînin hemberî hev û niqaşê derdixin. Di rojên dawî de jî, tenê bi ser Diyanetê ve, niqaşê didomînin. Ev yeka, meselê çareser nake, bi awayekî psikolojik meselê kûrtir dike. Di vê çarçovê de, hunê diyanetê di nav van niqaşan de nebînin. Ev ne niqaşek musbet e.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.