Gotinên Beşîr Atalay

Gotinên Beşîr Atalay

“Em Dikarin Bi Herkesî Re Hevdîtinê Pêk Bînin”

Alîkarê serekwezîr Beşîr Atalay, di panela ku li Enstîtuya Ramanê ya stratejîk û der barê veguherîna demokratîka Tirkiyê de dihat li dar xistin de xeber da.

Beşîr Atalay di aleyhê terorê de peyivî û îfade kir ku ji bo sekinandina xwînê, ger hewce be wê karibin bi hemî kesan re hevdîtinê pêk bînin.

Atalay wiha got “Em vê meselê wek li ser siyasetê dibînin. Di mijarên ku em wek li ser siyasetê dibînin, emê bi hemî aliyan re bi zelalî hevdîtin pêk bînin û dewam jî bikin. Ji bo sekinandina rijandina xwînê, çi wext çi gav hewce bike, wê bê guman bên avêtin. Di vê meselê de şirîkatiya muxalefetê hêvî dikin.”

Feqet tê gotin ku heta dewlet û PKK, li ser menfîet û beqa û dewamiya xwe israr bin, wê xelkê herêmê hê jî derd û êş bikşînin û xisarê bibînin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.