Gotinên Heniye
“Ordiya Îşgalker Êdî Cesaret Nake Ku Têkeve Ğezzeyê”
Serekwezîrê Fîlîstînê Îsmaîl Heniye, der barê zafera Hamas û Ğezzeyê de xeber da û îfade kir ku zafera Ğezzeyê hêviya siyonîst Îsraîl ya ku têkeve Ğezzeyê, bi awayî çênebe şikandiye.
Îsmaîl Heniye wiha got “Sûîqestên Îsraîl yên li lîderên Fîlîstîn, Îsraîl nagihîne meqseda wê. Helbûkî berxwedana Fîlîstînê xurtir dike û dibe wesîla hişyariya alema Îslam û Ereban. Hişyariya Ereban, tewrên Tirkiye û Misrê û alîkariya Îranê zaferê anî Ğezzeyê. Îsraîl dixwest bi vê êrîşê, tewra Misrê fêm bike. Ji ber tewra Misrê jî, niha şoq buye. Emrîka li tewra Misr û herêmê heyiriye.”
Heniye di dewama xeberdana xwe de wiha îfade kir “Muhammed Mûrsî diyar kir ku wê dev ji parastina Fîlîstînê tu carî bernede û wê ğeyret bike ku rê li ber îşgala Ğezzeyê bigre. Îsraîl ji niha pêve, berî ku deriyê herbê li welatekî herêmê veke, divê kûr û dirêj bifikire. Ji ber desteka wê ya sîlehan, em ji Îranê re şukranê xwe pêş dikin.”
Li aliyê din medya Îsraîl, di xeberên xwe de Hamasê û Muhammed Mûrsî ğalibê şer îlan kirin. Siyonîst Îsraîl navê “Stûna Parastinê” li operasyona xwe danîbû û 8 rojan ji hewa û behrê, bomba bi ser Ğezzeyê dibarand. Her wiha medya Îsraîl ji bo serkeftina Hamasê, avêtina roketan yên li Telavîvî nîşan dan.
Xeberên ajansan diyar kirin ku siyonîst Îsraîl agirbestiyê îhlal kiriye. Eskerên siyonîst êrîşî cotkarên Xan Yûnûsa herêma başûrê Ğezzeyê kirin. Di êrîşê de 2 Fîlîstînî şehîd bûn, 21 kes jî birîndar bûn. Siyonîstan li Yakaya Rojava jî zêdetirî 100 Fîlîstînî desteserkirine. Hat îfade kirin ku eskerek siyonîst yê birîndar miriye. Esker berî niha ji ber fuzeyên Qasam birîndar bûbû. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.