Gotinên Murşîdê Îxwanê

Gotinên Murşîdê Îxwanê

Murşîd û serekê konseya rêbertiya Îxwanul Muslîmînê Misrê Mûhammed Bedîî da zanîn ku.

Murşîd û serekê konseya rêbertiya Îxwanul Muslîmînê Misrê Mûhammed Bedîî da zanîn ku, sererkanê ordiya Misrê Sîsî, dixwaze Misrê jî mîna Sûriyê bikşîne nav herbek navxweyî.

Bedîî li ser rûpela feysbûka teşkîlata Îxwanê ev beyanê kir. Di beyanê de sererkan Ebdulfettah Sîsî ji hadîseyan mesûl hat nîşandan.

Pey qetlîamê Îxwanul Muslîmîn gaziya întîfadayê kiribû.

Li aliyê din hat zanîn ku Emrîka bi amanca Îxwan jî meşrûiyeta darbeyê qebûl bike, li Îxwanê zordayînan dike. Ji Îxwan rayedarekî payebilind îfade kir ku, dîplomatekî Emrîka yê li Misrê te’deyê li Îxwan dike ku darbeyê qebûl bike. Rayedar wiha got “Dîplomat bi me re hevdîtin pêk anî û ji me xwest ku em sernixûnbûna Mûrsî qebûl bikin. Darbeyê meşrû bibînin.”

Ev xeber di qezeta New York Timesê de hat weşandin. Her wiha rayedarê Îxwan beyan kir ku, wê li ber her te’de û zordayînan bisekinin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.