Gotinên Neviyê Şêx Seîd Efendî
Neviyê Şêx Seîd Efendî Ebdulîllah Firat, di bernama Dîwanê ya ku di Rehber TVyê tê weşandin de, der heqê qiyama kalê xwe de, gotinên balkêş kirin.
Neviyê Şêx Seîd Efendî Ebdulîllah Firat, di bernama Dîwanê ya ku di Rehber TVyê tê weşandin de, der heqê qiyama kalê xwe de, gotinên balkêş kirin. Ji têkiliyên Şêx Seîd û Bedîuzzeman heta kesê ku wê di pey serketina qiyamê de bibe serekdewleta Îslamê, behsa gelek mijarên balkêş kir.
Neviyê Şêx Seîd Efendî Ebdulîllah Firat, hereket û qiyama kalê xwe şiband qiyama hz Huseyîn. Da zanîn ku kalê wî şêx û alimek mezin e. Qenc Erebî, Farisî, Osmanî, Zazakî û Kurmancî zanibûye, dora 300 îcazetên îlmî dane.
Ebdulîllah Firat beyan kir ku, kalê wî û Bedîuzzeman hevûdin li Erzeromê dîtine, bi hev re şêwirîne, bi hev re hereket kirine. Gava ku ew 13 salî bûye, li Enqerê Ustad Bedîuzzeman dîtiye.
Firat wiha got “Eger qiyam biça serî û cimhûriya Îslamiya Kurdistan ava bûba, wê serekdewletê wê Şêx Elî Rizayê kurê Şêx Seîd Efendî ba.” (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.