Gotinên Serokwezîr Erdoğan

Gotinên Serokwezîr Erdoğan

Serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan, beriya ziyareta Rûsyayê li firogeha Esenboğayê, hinek pirsên qezetevanan bi cewab kirin

Li ser qetlîama Adewiyyeyê serokwezîrî wiha got: “Bûyerên li Misrê drameke însaniyetê ye. Ez tewr û helwesta birêz Mûrsî ya li ber yargi û darazê, teqdîr dikim. Rêz û hurmeta min jê re heye, lê hurmeta min ji kesên ku wî mehkeme dikin re tune ye.”

 
   Li ser mesela dersxaneyan jî Erdoğan wiha got. “Di mijara dersxaneyan de, bi Fethullah Gulen re hevdîtin pêk nehatiye. Ez gotina ku di pey serkeftinê de dersxane hene jî tu carî qebûl nakim. Bi verastkirinên ku tên plankirin, tu kesên eşkere nayê hedefgirtin. Lewra armanç guhertina zîhniyetê ye.” 
 
   Serokwezîr Erdoğan wiha dewam kir: “Di meclîsa 550 parlementerî de, 26 parlementer xebata qanûna esasî ya nû asteng dikin. Ev yek dişibe mîna konseya ewlehiya neteweyên yekbûyî, yekê bêje na dikare dinyê bide sekinandin. Heger semîmî ne, di 60 maddeyan de 4 koman li hev kirine, kîjan madde dixwazin, bila werin em amade ne.”
 
BANGAHEQ
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.