Gotinên Wezîrê Parastinê

Gotinên Wezîrê Parastinê

Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz diyar kir ku xebateke wan a der barê leşkeriya bipere û kurtkirina dema leşkeriyê de tuneye

Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz diyar kir ku xebateke wan a der barê leşkeriya bipere û kurtkirina dema leşkeriyê de tuneye.Wezîr Yilmaz pirsên der barê leşkeriyê de bersivand.

   Yilmaz bi bîr anî ku wan mihlet û maweya eskeriyê, ji 15 mehan daxistine 12 mehan û wê ji 1ê Kanûna paşîn a 2014an pê ve, dest pê bike. Yilmaz got ku 70 hezar leşker, wê ji vê îstîfade bikin.

   Yilmaz axaftina xwe wiha domand:"Çima xebata me ya der barê leşkeriya bipere tuneye? Ji ber ku 500-600 hezar baqaya û leşkerên qaçax hene. Sedema neçûna eskeriyê, hêvîya derketina eskeriya bipere ye. Divê mirov zêde behsa efûyê û leşkeriya bipere neke. Wek Wezarata Parastina Neteweyî, xebateke me ya der barê kurtkirina dema leşkeriyê û leşkeriya bipere de tuneye. Nûman Kurtulmuş balê dikşîne ser rewşeke civakî. Bi xwe jî got ku ew fikra wî ya şexsî ye."

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.