Greva Birçîbûnê a Li Guantanamo

Greva Birçîbûnê a Li Guantanamo

Greva mehkûmên Musulman a li hepsa Guantanamoyê dewam dike. Grev her roja bi pêşdikeve girantir dibe. Vê dawiyê hejmara mehkûmên ketine greva birçîbûnê giha 31 kesî.

Greva mehkûmên Musulman a li hepsa Guantanamoyê dewam dike. Grev her roja bi pêşdikeve girantir dibe. Vê dawiyê hejmara mehkûmên ketine greva birçîbûnê giha 31 kesî.

Li gor hatiye hînkirin ji mehkûmên ku avê navexwin sê kes ji ber nerehet bûne hatine rakirin nexweşxaneyê. Ji mehkûman Musab El Madwanî ji parêzerên xwe re diyar kir ku, ava di şûşê de girtî dixwazin lê belê gardiyan bi zorê ji wan dixwazin ku ava ji kaniyan tê vexwin.

Mehkûm dibên ku em ji avên ji kaniyan tê ewle nabin. Ji ber vê yekê gelek ji wan zikêş û êşa rûvîkan dikşînin.

Îdara Amerîkayê îşğalker ev ji deh salî zêdetir e li hember hiqûqên navnetewî tevdigere û 166 mehkûmê Musulman bê ku derxe ber mehkemeyê di hepsa guantanamoyê de digre.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.