Greva Birçîbûniyê Ya Komdar

Greva Birçîbûniyê Ya Komdar

Mehkûm û girtiyên Fîlîstînî yên di hepsên Îsraîla îşgalker de, qirar dan ku bi hev re têkevin greva birçîbûniyê.

 Mehkûm û girtiyên Fîlîstînî yên di hepsên Îsraîla îşgalker de, qirar dan ku bi hev re têkevin greva birçîbûniyê. Mehkûman bi beyana nivîskî diyar kirin ku, rewşa Eymen Şeravne, Samîr Îsavî, Tarik Kadan û Cafer Îzzeddîn yên ku ji zû ve di greva birçîbûniyê de ne, pir qirîtîk bûye. Bi amanca destekê bidin wan, wan jî dest bi greva komdar kirine.

Mehkûman di beyana xwe de, ji Tirkiye û Misrê xwestin ku dest bi tevgerê bikin, da ku di cemiyeta cîhanê de, li siyonîst Îsraîl zordayîn bê kirin.

Mehkûm û girtiyan îfade kirin ku, heger şert neyê guhertin, wê çalakiyên xwe dijwartir bikin û bi bêîtaata sivîliyê tehdît kirin.

Wekî tê zanîn ji mehkûman Îsavî 209, Şeravne 145, Îzzeddîn û Kadan jî 83 roj in ku, bi amanca protestokirina şertên xerab yên hepsa, di grevê de ne. Rejîima terorê siyonîst Îsraîl, guhnade tu heq û hiqûq û qirarên navnetewî.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.