Greva Li Gûantanamoyê

Greva Li Gûantanamoyê

Terorîst Emrîka her car behsa heqên însana, demokrasî û azadiyan dike. Lê belê kesê wî nexwaze dibe terorîst.

Terorîst Emrîka her car behsa heqên însana, demokrasî û azadiyan dike. Lê belê kesê wî nexwaze dibe terorîst. Emrîka gelek kesên musluman, bi îddîa terorê ji welatê muslumana yên ku îşgal kiriye girtibû û wan biribû hepsa Gûantanamoyê. Li wir bi îşkence û wehşiyane li wan sîtem û te’de dike. Rewşa girtiyên hepsa Gûantanamoyê ne baş e.

Merkeza Gûantanamoyê ji 11ê çileya 2002an vir ve hatiye vekirin û tê de li girtiyên musluman îşkence tên kirin. Gelek mehkûm bi salan dernakevin mehkeman. Di bin pirs û îşkenceyan de perîşan dibin. Heta niha ji mehkûman hinek kes, di bin te’deyên giran de hatine qetilkirin. Dinya her çiqas vê rewşê bînin ziman jî, Emrîka guhnade tu kesî.

Parêzerên girtiyan îfade kirin ku, ev serê 3 hefte ye ku mehkûm ketine grevê. Rewşa wan jî her ku diçe xerab dibe. Hat gotin ku di 6ê Sibatê de, hêzên ewlehiyê di lêgerînê de dest dane ser kitêb û eşyayên mehkûman. Hinek mehkûmên ku rewşa wan xerab e, rakirine nexweşxanê. Tê gotin ku li hepsê 166 mehkûm hene.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.