Guantanamo Ya Tirkiyê

Guantanamo Ya Tirkiyê

Pey ku qezeteya Doğru Haber, te’deya ku ğerdiyanên Hepsa Tîpa F a Boluyê kiribûn derxiste holê, derket holê ku di heman hepsî de li hember mehkûman gelek mi’ameleyên ne însanî tê kirin.

Pey ku qezeteya Doğru Haber, te’deya ku ğerdiyanên Hepsa Tîpa F a Boluyê kiribûn derxiste holê, derket holê ku di heman hepsî de li hember mehkûman gelek mi’ameleyên ne însanî tê kirin.

Li gor ku di rojnameya Doğru Haberê de hatibû weşandin: Mehkûmê bi navê Cîhan Yeşîl ji Ğardiyanan Îşkenceyên bi şiddet dîtibû û vêga hafiza xwe winda kiriye. Parêzerên Cîhan Yeşîl, dema li ser vê îşkenceyê lêkolîn kirin gelek heqîqetên din ku mûyê meriv gij dikin derxistin holê.

Li gor me’lûmatên ku parêzerên Cîhan Yeşîl dan; li hepsa Bolu a Tîpa F her roj li mehkûm û girtiyan îşkence tê kirin û mu’ameleyên ku dervî însanî ne tên kirin.

Ha ji we re çend bûyerên biçûk ku li Guantanamoya Tirkiyê qewimîne:

- M. Saît Belek: Îşkence dîtiye, tevî înfaza wî hatiye şewitandin, vêga tedawiya psîkolojîk dibîne. 

- Cengîz Sada: Ji bo întîhar bike zor lê hatiye kirin û di netîceyê de bi awayê ku qirika xwe jêke teşebbusê întîharê kiriye.

- Ûğûr Savûk, Engîn Karakoç, Sercan Erkaplan û Osman Ege jî bi tenê hinek meğdûrên van îşkence û mu’ameleyên dervî însanî ne.

Di hêla dî de digel ku rojnameya Doğrû Haber di manşete xwe de jî vê zulma hanê dabû, heya niha tu taqîbat di derheqê vê zulm û îşkenceyê de nehatiye vekirin. Lê belê di derheqê Cîhan Yeşîlê ku îşkence dîtiye de, bi sûcê birîndarkirina ğerdiyanekî lêpirsîn hat vekirin û di vê derbarê de ji alî sawcîtiyê ve îfada wî hat sitendin.

Dîsa li gor beyanatên parêzerên Cîhan Yeşîl, pey îşkenceya lê hatiye kirin, îdara hepsê 20 roj cezayê ku di hucreyekê de bi tenê bimîne danê. Cîhan Yeşîl, vêga hafiza xwe winda kiriye û ji bo di nav rojê de çi kiriye bi bîra wî bê di defterekê de dinivîsîne. Cîhan Yeşîl, xwişka xwe ya ku çûye ziyareta wî dahî nasnekiriye.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.