Ğulam Azam Tê ‘Îdam Kirin
Bangladeşê Serekê Cema’eta Îslamî Mehkûmê ‘Îdamê Kir
Cema’eta Îslamî, partiya herî mezin a Îslamî ye li Bangladeşê.
Hukumuta ku vêga li Bangladeşê li ser îdarê ye ji bo Cema’eta Îslamî ji holê rake polîtîkayên herî zalîm dişopîne.
Serekên Hereketa Ciwanan yên Cema’eta Îslamî, endamên partiyê û dilxwazên wan bi awayekî bê ujdanî tên qetil kirin.
Partiya Awamî a li ser îdarê, îmze davêje gelek zulm û cînayetan.
Hê li Bangladeşê operasyonên li hember Cema’eta Îslamî bi tevî leza xwe didomin. Di vê heyamê de tê gotin ku wê Serekê Cema’eta Îslamî Ğulam Azamê ku 91 yek saliye wê di 26ê Adara 2013an de bê îdam kirin.
Serekê Giştî yê berê a Cema’eta Îslamî Ğulam Azam di cenga 1971 a azadiyê de bi hevkariya dewleta Pakîstan tê sûcdar kirin.
Azam, digel sed îdarevanên nû û kevin yê Cema’eta Îslamî ev du sale girtiye. Terefdarên Cema’eta Îslamî ji ber ku serekên wan di Mehkemeya Sûvên Cengan de tên mehkeme kirin li giştiyê welêt xwepêşanan dikin.
Di xwepêşaneke rojên borî de 2500 kes hatibûn desteserkirin. Hê mehkema pirê kesên hatine desteserkirin destpê nekiriye. Li gor beyanata ku ji alî partiyê ve hat kirin de tê gotin ku endamên partiyê bi hincetên derewîn têne girtin.
Partiya Se’adetê Sibê wê li Meydana Kadikoy a Stenbolê ji bo Musulmanên Bangladeş û Musulmanên li çar terefê dinyê zilim dibînin mîtîngek lidarxe. Partiya Se’adetê û heyeteke ji Saziyên Civaka Sivîl ji bo ku ‘îdam bên sekinandin wê herin Bangladeşê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.