Gullê Topê Li Hatayê Ket
Piştî Akçakaleyê Niha Jî Gullên Topê Li Hatayê Ketin
Xeberan diyar kir ku do ji hêla Sûriye ve, gullên top hawanê li Hatayê ketine. Hat gotin ku gullê hawanê li navçeya Yayladağê li çola Aşağipulluyaziyê ketiye. Gulleke topê a din jî li navçeya Altinozu li mezra Saribukê ketiye. Gulle li çolê ketine, tiştek bi kesî nehatiye. Ji walîtiya Hatayê hat îfade kirin ku piştî êrîşê, yekîneya eskeriya Tirkiyê ya li herêmê, bi avêtina gulleyan derhal cewab daye.
Însanên li nêzî sînorê Sûriye dijîn, ji ber van gulleyan bi endîşe û nerihet in. Berî niha top û hawan li Akçakaleya Rûhayê ketibûn, 5 welatiyê mezlûm hatibûn qetilkirin. 9 kes jî birîndar bûbûn. Li ser hadîseyê meclîs ji bo tezkerê civiyabû û tezkere hatibû qebûlkirin.
Li aliyê din li Dêrsimê li navçeya Hozatê, esker û mensûbên PKKê şer kirin. Di şerrê navbera esker û mensûbên PKKê de 2 PKKyî hatin kuştin. Hadîse li çol û çiyayê gundê Şirtikan qewimiye. Hat gotin ku operasyona esker dewam dike. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.