Gundê ku ev 70 sal e ceyrana wê tuneye li benda xizmetê ye
Li Çaldirana Wanê gundiyên ku ev70 salî zêdetir hewil didin bi lambeya donê îxtiyacên xwe tedarik bikin destnîşan kirin ku mexdûriyeta wan bên çareserkirin.
Nîştecihên gundikê Hidirmenteşa girêdayê gundê Yukari Yaniktaşa Çaldiranê ne, Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARê ziyaret kirin. Gundiyan di dema ziyaretê de destnîşan kirin ku ev 70 sal e ku ji wan re xizmeta ceyranê nayê kirin û ew hêj hewil didin bi lembeya donê pêdiviyên xwe tedarik bikin. Gundiyan her wiha teleb kirin ku mexdûriyetên wan bên çareserkirin.
Hemwelatiyên ku diyar kirin ew bi salan e ku serî li rayedaran dikin, lê rayedar ji gundikên wan re ceyranê nayênin ku ew jî ji ber vê yekê exlebeyê salê li gundê ku girêdayî ne yan jî li bajêr diborînin.
Rasîm Sayginê Serokê Bajêra Wanê yê HUDA PARê û Serokê Navçeya Çaldiranê M. Selîm Çinarci nîştecihên gundikê Hidirmenteşê guhdar kirin û dû re digel hev wek komîsyonekê Midûrtiya Bajêra Wanê ziyaret kirin.
Rasîm Sayginê Serokê Bajêra Wanê yê HUDA PARê di dema ziyaretê de teleba gundiyan a ceyranê ji midûrî re ragihand û daxwaz kir ev mesele demildest bê çareserkirin.
Beytullah Ozbayramê Midûrê Bajêr ji ber 70 sal tunebûna ceyranê şaş ma û diyar kir haya wî ji meselê tuneye. Ozbayramê ku meselê bi berpirsiyarê navçê da teyîtkirin diyar kir ew ê hewil bidin ku meselê çareser bikin.
Saygin jî di derbarê mijarê de diyar kir ew ê bibin taqîbkerên meselê û wiha destnîşan kir: “ Di wexteke ku lê teknolojî pêş ve çûye de hêj bêceyran mayîna gundekê û hêj bi lembeyên donê tedarikirina pêdiviyan rewşeke trajîk e.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.