Hacî Muhammed Velîoglu wefat kir
ÊLIH - Hacî Muhammed Velîogluyê ku kekê Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah Huseyîn Velîoglu jiyana xwe ji dest da.
Hacî Muhammed Velîogluyê(84) ku pê re nexweşiya şekir hebû li Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Êlihê ya ku doh êvarî lê hat rakirin digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Velîogluyê ku ji ber nexweşiya pê re piyeke wî hatibû jêkirin ev du sal e ku di nav dest û piyan de bû.
Velîogluyê ku cenazeya wî ji teref hezkirî û malbata wî ve hat girtin li Goristana Grê Savaro hat definkirin.
Hat ragihandin mala şînê li Taxa Hurîyetê hatiye vekirin û dê taziye li wê derê bê qebûlkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.