Hadîseyên “Gezî Parki”yê

Hadîseyên “Gezî Parki”yê

Ev serê heftekê ye ku bi navê “Gezî Parki” ya Taksîmê protesto tên lidarxistin. Protesto gûr û belav bûn.

Ev serê heftekê ye ku bi navê “Gezî Parki” ya Taksîmê protesto tên lidarxistin. Protesto gûr û belav bûn. Wezîrê karên hundir Muammer Guler, di heqê hadîseyan de xeber da. Guler da zanîn ku li 67 bajaran bi temamî 235 hadîseyên protestoyê hatine rastkirin. 115ê wan polîs, 58ê wan sivîl 173 kes birîndar bûne. Ji ber hadîseyan hezar û 730 kes hatin desteserkirin. Mûammer Guler diyar kir ku ji ber hadîseyan zirara maddî bi ser 20 milyon lîrayê ye. Her wiha Guler îfade kir ku, di medyaya sosyalê de xeber û resmên derew û sexte tên weşandin.

Li gelek deveran polîs midaxela hadîse û protestovanan kirin. Protestovan, di nav wan de wesaîtên polîsan, teşkîlatên AK partiyê jî hene, gelek wesaît, bufe, dikan, ATMyên bankayan, mal û xanî şewitandin. Li hinek deveran zirar dan camiyan jî. Protesto bi piranî li Stenbol, Enqere û Îzmîrê tên lidarxistin.

Serekwezîr Erdoğan li ser hadîseyan xeber da. Tayyîb Erdoğan da zanîn ku CHP hadîseyan dikişkişîne, MHP tevlî hadîseyan nebûye. Eroğan di heqê zirara maddî de jî reqem dan û derewên di twîtterê de jî tenkîd kirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.