Halê Zêdetirî 152 Hezar Multeciyên Sûriye Perîşan e

Halê Zêdetirî 152 Hezar Multeciyên Sûriye Perîşan e

Li gor agahiyên serokatiya AFADê, heta niha zêdetirî 152 hezar multeciyên Sûriyê li Tirkiyê ne.

Li gor agahiyên serokatiya AFADê, heta niha zêdetirî 152 hezar multeciyên Sûriyê li Tirkiyê ne. Ji bo wan 13 konbajar, merkezeke demkî û konteynirbajarek hatiye avakirin. Li Herrana Rihayê û li Nîzîpa Intabê, ji bo 20 hezar multeciyan, xebatên avakirina konteynirbajarê tên kirin.

Feqet rewşa multeciyan ne ewqas xweş e. Lewra bi serma zivistanê, multecî perîşan in. Ev çend car e ku agir bi kon û çadiran dikeve. Gelek kes birîndar dibin. Çendakî berê 5 zarokên multeciyan wefat kiribûn. Niha jî li merkeza multeciyan ya li Akçakaleyê, agir bi konekê ket. Şewat nîvê şevê qewimî. Bi wezîfedaran û bi ekîbên îtfaiyê, agir hat vemirandin. Di hadîseyê de 3 zarok û 3 kesên mezin giran birîndar bûn. Wan birin nexweşxanê. Ji wan zarokekî 5 salî wefat kir. Brîndar rakirin nexweşxana Rihayê. Rewşa wan ğeddar e.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.