Hamaney: Dijminên me îsyan derxistin
Ayetullah Hamaneyê ku cara ewil derbarê bûyerên ku li Îranê rû dan de xeber da destnîşan kir dijminên bîyanî yên Îranê li welat îsyan dane derxistin û desteka para, çek û îstîxbaratêdidin vê îsyanê.
Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney piştî wan bûyerên ku ev demek rû dane û tê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane de cara ewil daxuyanî da û diyar kir dijminên bîyanî yên Îranê li welat îsyan dane derxistin û destekai para, çek û îstîxbaratê didin vê îsyanê.
Hamaney di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir dijminên Îslamê li Îranê tevlîhevî derxistine û wiha got: “Dijminên Îslamê di van rojên dawî de desteka para, çek û îstîxbaratê jî di nav de amûrên cûda bi kar tînin û li Îranê tevlîhevîyê derxistin. Dema kui wextê munasîb hat ez ê derbarê bûyeran de daxuyanîyê bidim.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.