HAMAS di derheqê Roja Cîhanê ya Qudsê de peyam weşand

HAMAS di derheqê Roja Cîhanê ya Qudsê de peyam weşand

Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyamek weşand, Berhum di peyama ku weşand de diyar kirdigel temamê komployên ku hatin kirin û leystikên ku hatin leystinummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekir û dê nede jibîrkirin.

Berdevkê HAMASê Fevzî Berhum ji ber minasebeta  ‘Roja Cîhanê ya Qudsê’ peyamek weşand. Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekiriye.

Berhum di berdewama peyama xwe de diyar kir “Roja Cîhanê ya Qudsê  teyîda cihê Quds û Filistînê ya di wijdan û qelba ummetê de ye. Digel temamê komployên ku hatin kirin û leystikên ku hatin leystin  ummeta Îslamê Qudsê ji bîr nekir û dê nede jibîrkirin.Azadkirina Qudsê wezîfeya temamê Mislimanan e.”

Berhum di berdewama peyama xwe de bang li Mislimanan kir da ku piştgiriyê bidin xelkê Filistînê yê ku li ber xwe dide û wiha got: “ HAMAS û Filistîn dê bedela wê çi dibe bila bibe ferq nake ew ê dev ji berxwedanê bernede.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.