Hamas: Em ê pêkve li dijî Peymana Sedsalê birawestin

Hamas: Em ê pêkve li dijî Peymana Sedsalê birawestin

Ahmed Abdulhadîyê Temsîlkarê Libnanê yê Hamasê destnîşan kir çawa ku di rabirdûyê de gelê Filistînê li dijî temamê planên tasfîyekirina Filistînê rawestîya be ew ê li dijî Peymana Sedsalê jî biraweste.

Temsîlkarê Libnanê yê Hamasê Ahmed Abdulhadî ji ber minasebeta 32emîn salvegera destpêka Întîfadaya Yekemîn daxuyanîyek da.

Abdulhadî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir,  înîtîfadaya ku dest pê kir di dîroka Filistînê ya berxwedanê  de bûyereke dîrokî ye û dû re wiha got: " Çawa ku di rabirdûyê de gelê Filistînê li dijî temamê planên tasfîyekirina Filistînê rawestîya be ew ê li dijî Peymana Sedsalê jî biraweste. Ew ê bi rêbertîya mucahîdan çêbibe."

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.