HAMAS, hevdîtinên agirbesta li Qahîreyê dawî kir

HAMAS, hevdîtinên agirbesta li Qahîreyê dawî kir

HAMASê diyar kir ku mizakereyên mewcûd ên li Qahîreyê dawî bûne, ew ê derheqê meseleyê de bi rayedaran re hevdîtinê bikin.

HAMAS, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Mizakereyên li Qahîreyê dawî bûn. Lijneya HAMASê, ji bona ku bi serokên tevgerê re îstîşareyê bikin ew ê ji bajêr veqetin.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku lijneya HAMASê, bersiva xwe ya ji pêşnîyarê re bi navbeynkarîya Misir û Qeterê şîyand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku tevger bi daxwazî û qerarîyên xwe yên di warê, “agirbestekî ku hemû daxwazîyên xelkê di nav xwe dihewîne, êrîşdarîyê bi temamî dawî bikin, ew bi temamî ji Xezzeyê vekişin, ji nû ve îmarê vebikin û pevguhertina êsîran bi cîh bînin de.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.