Hamas îdareya xwe ya li Xazzê fesih kir

Hamas îdareya xwe ya li Xazzê fesih kir

Hamas, komîteya îdarî ya ku berî niha li Xazzê damezrandibû “bo meqseda dawîanîna dabeşbûna siyasî” fesih kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Hamasê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ew îcabetî wan hewildanên ku ji teref Misrê ve bo dawîanîna dabeşbûnê hatine nîşandan  û dû re hat destnîşankirin ew Komîteya Îdarî ya li Xazzê hatiye fesihkirin.

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin bila Hikûmeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê erkê dewr bistîne û hilbijartinên giştî bên kirin û Hamas bi Hareketa Fetîhê re bo gotûbêjê amade ye. Di daxuyaniyê de bi heman awayî hat diyarkirin bila peymana 2011an a Qahîrê bê tetbîqkirin û bila hikûmeta yekîtiya neteweyî ya ku ew ê temamê komên Fîlîstînê tê de cî bigrin bê damezrandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.