HAMAS ji bo Mescîda Eqsayê banga seferberîyê kir

HAMAS ji bo Mescîda Eqsayê banga seferberîyê kir

Hareketa Berxwedana Îslamî ji ber “Meşa Alayê” ya qaşo ya îşxalkerên siyonist bang li Filistînîyan kir û daxwaz kir di wê rojê de kolan û cadde bên dagirtin.

Berdevkê Qudsê yê HAMASê Muhammed Hammade di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, divê Filistînî roja duşembê ji bo Mescîda Eqsayê nobetê bigirin û li dijî îşxalê hêrs û berxwedana xwe nîşan bidin.

Hammade di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, gelê Qudsê berxwedan li dijî îşxalê hînî gelên din kiriye û ew ê gelê Qudsê destûr nede ku nasnameya bajêr ji teref îşxalkeran ve bê guhartin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler