HAMASê: Heta ku êrîş neyên sekinandin wê pevguhertin neyê kirin

HAMASê: Heta ku êrîş neyên sekinandin wê pevguhertin neyê kirin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê (HAMAS), daxuyand ku heta êrîşên li dijî Xezzeyê neyên sekinandin ew ê pevguhertina êsîran neyê kirin.

HAMASê, derheqê pevguhertina êsîran de daxuyanîyekî nû parve kir.

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê El Hayye weha got, “Sê berdêla îadekirina êsîran heye. Ya yekemîn, ji bona xelkê me temînkirina gihandina alîkarîyê û jîyana normalî. Ya duyemîn, êrîşên li dijî Xezzeyê têne kirin bila bên sekinandin. Ya sêyemîn jî ji bona 10 hezar êsîrên me yên ku di zindanên îşxalê de ne pevguhertinekî êsîran bê kirin.”

Hayye diyar kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst, vekişîna ji Xezzeyê a bi temamî û bi qismî red kir, vegerîna mirovên ku ji cîhê xwe bûne asteng dike û ji bona dawîkirina êrîşan jî tu erênîyekî nedaye.

El Hayye weha got, “Îşxalkeran heta niha derheqê gihandina alîkarî, temîrkirina nexweşxane, firin û binesazîyan de ti garantîyekî nedaye. Ji bo sitargehên konan jî erênîyekî zelal nedaye. Niha em ê di kîjan meseleyê de li hev bikin? Îşxal îddîa dike ku daxwazîyên HAMASê mezin in an jî tiştên dinê dibêje û bi vê şeklê rastîyê vediguherîne.”

Hayyeyê ku ji televîzyona El Cezîreyê re axivî destnîşan kir ku dilê Netenyahu jî tineye ku peymanekî îmze bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.