HAMASê ji rejîma îşxalker re bertek nîşan da

HAMASê ji rejîma îşxalker re bertek nîşan da

HAMASê, bal kişand ku bi qebûlkirina pêşnîyaza ku ew ê Misilman di meha Remezanê de nekevin nav Mescîdî Eqsayê, ji bireveberê rejîma îşxalê Binyamîn Netenyahu re bertek nîşan da û îfade kir ku tê armanckirin “herba dînî bê kûrkirin.”

Bertekên ku ji teref HAMASê ve di warê ji biryara têketina Mescîdî Eqsayê bê astengkirin a rejîma îşxalkeran re de tê dayîn berdewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat bibîrxistin ku “Terorîst Netenyahû û wezîrê wî Ben Gvîn, pêşnîyaza ku ew ê di meha Remezanê de ji bo Misilmanan re astengî bê derxistin ku bila nekevin nav Mescîdî Eqsayê qebûl kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker armanc dike ku bila herba dînî kûrtir bibe û dûre weha hat gotin, “Îxlalkirina azadîya îbadetê a di Mescîdî Eqsayê de, nîyeta îşxalkeran a rast nîşan dide ku ew ê di meha Remezanê de êrîşên xwe yên li dijî Mescîdî Eqsayê zêde bikin.”

HAMASê ji xelkê Fîlîstînê û Şerîaya Rojavayê xwest ku bila vê biryara ku sûc e qebûl nekin û ew ji xelkê re li hember vê “Kustaxî û pozbilindîya îşxalê” jî banga berxwedanê kir.

HAMASê, bal kişand ku “ew ji dijminê canî re hişyarîyê didin.” Ew ê zirardayîna ji azadîya îbadeta li Mescîdî Eqsayê re jî wê bê ceza nemîne. Quds û Mescîdî Eqsa pisûlaya ummetê û nîşana berxwedana Întîfadayê ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.