HAMASê ji tehdîda rejîma sîyonsît re bersiv da

HAMASê ji tehdîda rejîma sîyonsît re bersiv da

Ji teref HAMASê ve ji gotina Wezîrê karên derve yê qaşo rejîma îşxalker Elî Cohen ku gotibû “Em ê ji bona ku serokên HAMASê ji hol rabikin wê bixebitin, wê mirina wan mirineke normal nebe” re bersivê da.

Endamê sîyasî yê HAMASê Îzzet er-Rîşk, di bersiva ku ji bo rejîma îşxalker dabû de, bal kişand ku ev gotin nîşan dide ku îşxalker di sehayê de li hember micahîdan nikare tiştekî bike.

Wezîrê qaşo yê îşxalê Cohen, di roportaja ku ji medyaya îşxalê re dabû de weha got, “Em ê ji bona ku Xalid Meşal û Îsmaîl Henîyye ji hol rabikin wê bixebitin, wê mirina wan mirineke normal nebe.”

Er-rîşk di daxuyanîya niviskî ya ku ji tehdîda îşxalê re dabû de weha got, “Cohen, di ber xwe de dibêje ku ew ê Henîyye Meşalê bi sûîqestê bikujin, ev tişt menfeatekî sîyasî ye, vê gotinê nîşan dide ku ew îflas kirine û di sehayê de bi Tûgayên Qessam û micahîdan re nikarin micadeleyê bikin.”

Rîşk, destnîşan kir ku dijmin wan fêhm nake, “Dijmin nizane ku hemû rayedarên HAMASê bi îmanekî bi qewet şehîdî, nîmet û cenneta Xwedê bawer dikin û wan dixwazin. Ev tişt, nirxeke Îslamî ye ku rayedar û endamên HAMASê vêya qebûl kirine, ev tişt bieqil nayê fêhmkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.