HAMASê serokwezîrên Belçîka û Îspanyayê tebrîk kir

HAMASê serokwezîrên Belçîka û Îspanyayê tebrîk kir

HAMASê ji ber ku Serokwezîrê Belçîkayê qetlîamên sîwîlan a li Xazzeyê rexne kir û Serokwezîrê Îspanyayê jî êrîşên siyonistan şermezar kir peyameke tebrîkê belav kir.

Berî niha Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo ji qetlîamên ku li Xazzeyê ji teref siyonistan ve tên kirin re bertek nîşan dabû û gotibû ku ew naxwazin 10 hezar însanên din bimrin û ji bo vê yekê jî divê gav bê avêtin. Her wisa Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî qetlîam û êrîşên ku ji teref siyonistan ve tên kirin şermezar kiribû û gotibû rejîma îşxalê nikare sîwîlên masûm ên li Xazzeyê qetil bike.

Ji ber van peyam û helwestên ku hatin nîşandan HAMASê her du serokwezîran tebrîk kir û bang li temamê cîhanê kir da ku ew jî wek Îspanya û Belçîkayê helwestan xwe nîşan bidin û dengê xwe bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.