HAMASê: Wê xwîna êsîrên me li ser îşxalê wek lanetekî be

HAMASê: Wê xwîna êsîrên me li ser îşxalê wek lanetekî be

HAMASê, ragihand ji şehadeta micahîd Xalid el Şawîş ku di zindanên îşxalê de şehîd ket, bi temamî îşxala sîyonîst mesul e, bang li xelkê Şerîaya Rojavayê hat kirin ku bila berxwedanê bikin.

HAMASê, îro bi minasebeta şehadeta Micahîd Xalid el Şawîşê Tubasî ku di zindana Ofera îşxalker de bû û bi îxmala tedawîyê şehîd ketîye peyamek belav kir.

Di peymanê de hat îfadekirin ji şehadeta êsîr Şawîş îşxala sîyonîst mesul e, bal hat kişandin ku qeweta berxwedanê heye ku di demeke nêz de êsîran bide serbest berdan.

HAMASê diyar kir ev sûc wek Nazîyan e û got, “Qehremanên me yên di qeleyên êsîran de ne, ew ê zordarî û kustexîya îşxalê bike binê pîyan.”

HAMASê di banga xwe de weha got:

“Em xelkê xwe û malbatên êsîrên xwe yên ku girtîyên wan di zindanên îşxalê de ne bila li bajêr û herêmên navîn yê Şerîaya Rojavayê rabin pîya, em bang dikin ku bila ew bi rejîma îşxalê û şênîyên îşxalkeran re bikevin pevçûnê.

Bila bê zanîn ku; xwîna êsîrên me yên di zindanan de ne û xwîna xelkê me yê Xezze û Şerîaya Rojavayê, ew ê li ser serê wan bibe bela û lenet.

Xeyn ji vana em bang li însanên azad yê cîhanê dikin, bila dawî bidin sûcên ku rejîma îşxalker li dijî mehkûmên me li dar dixin û wan ji polîtîqayên îşxalê ku wan hêdî hêdî dikuje xelas bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.