Hamza Yukselê muxabîrê ÎLKHA yê ku erebe lê qelibî rehmet kir

Hamza Yukselê muxabîrê ÎLKHA yê ku erebe lê qelibî rehmet kir

Hamza Yukselê (25) muxabîrê me yê dildar ê ku li Qeyserîyê dema ku li ser motorbisiqlêta xwe de bû erebe lê qelibî, Hamza Yuksel di encama qezayê de giran birîndar bû û li nexweşxaneyê rehmet kir.

Qeza, di seatên serê sibê de li Bûlwara Erkîleta li navçeya Kocasînana Qeyserîyê pêk hat.

Erebeya M.E.yê ku li motorbisiqletê Hamza Yukselê muxabîrê me yê dildar û rojnamegerîya azadî jî dikir di dema ku piştî ji xebera Protokola Lîseya Zîreatê ku li Midirtîya Bajarê Daristanê û Zîreatê yê Qeyserîyê ye de diçû bernameya vekirina xirbeya ku li Taxa Erkîletê ye qelibî.

Şofêrê erebeyê, piştî kaşkirina motorbisiqletê ku 200 metre bi xwe re kaş kir hêna sekinî. Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên 112 û polês hatin sewqkirin.

Hamza Yukselê ku giran birîndar bû, hat rakirin Nexweşxaneya Bajar a Qeyserîyê û li vê hat bin tedawîkirinê. Hamza Yuksel, digel temamî midexeleyên doxtoran rehmet kir.

M.E.yê şofêrê erebeyê hat binçavkirin.

Polês derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin.

Ji teref Ajansa Nûçeyan a Îlke ve peyamek hat belavkirin û di peyamê de weha hat gotin:

“ ‘Ew; dema ku musîbetek bê li ser serê wan, dibêjin ku bêguman em bi hertiştê xwe aîdê Xwedê ne û bêguman emê vegerin wî.’ (Beqere-156)

Hamza Yukselê muxabîrê me yê dildar, di Zanîngeha Qeyserî Ercîyesê de ji beşa rojnamegerîyê mezûn bûbû û dîsa di ‘eynî zanîngehê de xwendekarê mastirê bû, îro di encama qezayek de canê xwe ji dest da.

Em ji bona birayê me yê Hamza ji Xwedê Teala rehmetê, ji bona malbat û eqrebeyên wî re jî daxwazîya sebrê dikin.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.