Haşimî Dikare Rûne
Haşimî Dikare RûneTirkiye Îzna Rûniştinê Da Tariq Haşimî
Li gor xeberan hat gotin ku hikûmeta Tirkiye derbarê rûniştina li Tirkiyeyê de îzin daye Tariq Haşimî.
Alîkarê serekcimhûrê İraqê Tariq Haşimî, li İraqê bi dankuştina hinek kesan dihat sûcdar kirin, ğiyaben dihat mehkeme kirin, ji bo wî bultena sor hatibû derxistin û ji Tirkiye dihat xwestin. Haşimî di 9ê Nîsanê de hatibû Tirkiye. Wexta wîze wî qediya. Hikûmet ji bo ku Haşimî nekeve rewşa qaçaxê, îzna rûniştina wî da. Bi vî awayî Tariq Haşimî li Başakşehîrê bicîh bû.
Wekî tê zanîn di mehkema dawî de, mehkema bilinda ya İraqê, guhdarîkirina Celal Talabanî bi şahidî qebûl nekiribû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.