Hat destnîşankirin ku di felcê de midaxeleya zû xwedî girîngiyeke jiyanî ye
Komeleya Nexweşiyên Damarên Mejî ya Tirkiyeyê, di çarçoveya 10ê Gulanê Roja Agahdariya Felcê de bi kampanyaya "Di Felcê de Çare Midaxeleya Zû ye" bal kişand ser wê yekê ku felc pirsgirêkeke tenduristiyê ya wisa ye ku dikare bê pêşîlêgirtin û dermankirin.
Di çarçoveya kampanyaya "Di Felcê de Çare Midaxeleya Zû ye" de ku ji aliyê Komeleya Nexweşiyên Damarên Mejî ya Tirkiyeyê ve ji bo 10ê Gulanê Roja Agahdariya Felcê tê birêvebirin; hat destnîşankirin ku divê nîşanên wekî xwarbûna rû, bêhêziya milan û xirabûna axaftinê neyên piştguhkirin.
Hat diyarkirin ku felca ku ji ber birîna herikîna xwîna mejî an jî xwînrêjiya damarên mejî pêk tê, li cîhanê di nav nexweşiyên ku dibin sedema mirinê de di rêza duyemîn de ye. Her wiha hat gotin ku di mezinan de sedema herî sereke ya kêmendamiya daîmî ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku felc ne tenê bandorê li kal û pîran dike, lê pirsgirêkeke tenduristiyê ya girîng e ku dikare bandorê li ciwan û kesên aktîf jî bike.
"Felc di gelek aliyan de bandorê li jiyana rojane dike"
Di daxuyaniyê de hat qeydkirin ku felc ne tenê bi windakirina tevgerê an jî xirabûna axaftinê sînordar e; hat diyarkirin ku dikare li ser pêvajoyên raman, têgihiştin, reftar û hestiyariyê jî bandorên giran çêbike.
Hat îfadekirin ku piştî felcê di fonksiyonên hişî (bîrdozî) yên wekî baldarî, bîr û çareserkirina pirsgirêkan de dibe ku xirabûn çêbibin û şêwazê ragihandinê û reaksiyonên hestiyarî yên kesê/î biguherin.
"Di her xulekê de 1,9 mîlyon xaneyên mejî zirarê dibînin"
Serokê Komeleya Nexweşiyên Damarên Mejî ya Tirkiyeyê Semîh Giray destnîşan kir ku di felcê de dema herî krîtîk "dem" e û wiha got: "Divê nîşanên herî belav ên felcê yên wekî xwarbûna rû, bêhêziya milan û xirabûna axaftinê neyên piştguhkirin. Nîşanên wekî windakirina dîtinê ya ji nişka ve, serêşiya giran, sergêjî û windakirina hevsengiyê jî dikarin bibin nîşaneyên felcê. Di felcê de di her xulekê de 1,9 mîlyon xaneyên mejî zirarê dibînin. Dema ku ev nîşan hatin dîtin, divê bêyî windakirina demê telefonî 112 Acîlê bê kirin."
"Felc di her temenî de dikare bê dîtin"
Prof. Dr. Giray diyar kir ku di nava civakê de felc tenê wekî nexweşiyeke temenê mezin tê dîtin, lê belê beşeke girîng a felcê di navbera kesên 18-65 salî de derdikeve holê. Giray îfade kir ku zanîna faktorên rîskê, naskirina nîşanan û midaxeleya zû xwedî girîngiyeke mezin e; her wiha destnîşan kir ku bi vê kampanyayê armanc dikin ku hişyariya di nava civakê de zêde bikin.
"Hişyarî gava yekem a midaxele ye"
Okan Güner diyar kir ku midaxeleya zû di ser asta kalîteya jiyana nexweşan de roleke diyarker dileyize. Güner ev îfade bi kar anîn: "Em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku nîşanên wekî westiyan, windakirina hevsengiyê an jî zehmetiya axaftinê ku bi piranî tên piştguhkirin, dikarin bibin nîşaneyên pirsgirêkeke tenduristiyê ya giran. Em bawer dikin ku her ku hişyarî zêde bibe, dê bêtir jiyan bên rizgarkirin."
"Pêşîlêgirtina felcê heta asteke mezin mimkun e"
Pisporan destnîşan kirin ku beşeke girîng a felcan bi faktorên rîskê yên ku dikarin bên kontrolkirin ve girêdayî ne. Hat diyarkirin ku werzişa (egzersîz) birêkûpêk, xwarina tendurist, kontrolkirina tansiyon û diyabetê (şekir), û dûrketina ji cixare û alkolê di kêmkirina rîska felcê de roleke girîng dileyizin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.