Hat îddîakirin keçika 14 salî bi tifingê întîhar kir

Hat îddîakirin keçika 14 salî bi tifingê întîhar kir

Hat îddîakirin li Şîrwana navçeya Sêrtê keçika 14 salîbi tifinga bavê xwe întîhar kir.

Hat diyarkirin li gundê Madena Şîrwanê keçika bi navê R.B. ya 14 salî bi tifinga bavê xwe ji ber sedemeke ku nayê zanîn întîhar kir.

Piştî ku xeber hat dayîn re ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin. R.B. ya  14 salî ya ku sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şîrwanê hat kirin, di encama midaxeleya ku hat kirin de qelbê wê cardin hat şûxilandin û wê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê kirin. R.B. ya ku hat sewqkirin di rê de qelbê wê sekinî û digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya R.B. bo otopsiyê hat rakirin Tipa Adlî û derheqê bûyerê de ji teref cendirmeyan ve lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.