Hat idîakirin ku personelê banqeyê mişteriyan şelandiye

Hat idîakirin ku personelê banqeyê mişteriyan şelandiye

Hat idîakirin ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê personelekî banqeyê 5 milyon TLyê aîdê nezî 100 mişteriyan şelandiye û reviye.

Li Mêrdînê çend roj berê hemwelatiyekî ji bo ku şîfreya înternetê ya xwe aktîf bike çûbû Şaxa Navenda Nisêbînê ya PTTê û agahiyên nasnameya xwe dabû rêvebiran. Piştî ku ji hemwelatiyê re gotibûn; ”Niha sîstem tune.” Û wî zivirandibûn 34 hezar TL hatibû dizîn.

Piştî vê yekê hat idîakirin ku li navçeyê personelekî banqeya taybet jî mişteriyan şelandiye.

5 milyon TLya aîdê 100 kesan winda ye

Gor idîayê personelê ku di banqeya taybet de wek personel dixebitiya bi 100 mişteriyên ku di hesabên wan de pere hene yan jî her tim di derbarê vê qasê de têkilliya wan bi banqeyê re heye têket îrtîbatê. Personel ji bo ku ew pere qezenc bikin wek teşwîq vebijêrkên cûr bi cûr da beriya mişteriyan. Personelê ku bi vê şiklê mişteriyan xapand nêzî 5 milyon TL wan şeland û winda bû.

Piştî ku ev yek derket holê dabaş banqe midûrê herêmê û 2 mifetîş şand navçeyê. Xebatên midûrê herêmê û yên 2 mifetişan a di derbarê vê yekê de didome.

Ji teref dozgerî ve lêpirsîn hat destpêkirin

Her wiha hat ragihandin ku piştî giliyên ku hatine kirin ji teref Dozgerê Komara Nisêbînê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA) 








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.