Hawan Avêtin Hêla Ceylanpinarê
Li Serêkaniya Hasekê, şerê di navbera grûbên çekdar de dewam dike. Hawaneke grûbên çekdar ket hêla Ceylanpinarê
Li Serêkaniya Hasekê, şerê di navbera grûbên çekdar de dewam dike. Hawaneke grûbên çekdar ket hêla Ceylanpinarê. Hawan li malekê ket. Di hadîseyê de kesek hat kuştin, zarokek jî birîndar bûn. Hadîse li mehela Cimhûriyetê qewimî.
Hat gotin ku roketa li malê ketiye neteqiyaye, ji lew ji facîayeke mezin hatiye sitirandin. Li ser hadîseyê gelek polîs û tîmên sihhet û îtfaiyeyê sewkî herêmê bûn.
Tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Ji hoparloran hat îlankirin ku perwerde ji bo rojekê hatiye betalkirin. Ji welatiyan hat xwestin ku dernekevin derkeve. Heta niha ji ber fîşek û roketên hêla Serêkaniyê, 5 kesan can dane.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.