Hazirîyên ji bona Şahîya muzîk ya surûda îlahîyê temam bûn

Hazirîyên ji bona Şahîya muzîk ya surûda îlahîyê temam bûn

Hurgûlîyên Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahî ya ku ji teref Weqfa Êtîman ve di 15ê Gûlanê roja Yekşem li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê de bê tertîpkirin eşkere bûn.

Cemîl Cahîd Unsalê Endamê Sazîyê Îstîşare yê Weqfa Êtîman derheqê bernameya ku ew ê roja Yekşemê li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê (Parqa Daristanê) bê tertîpkirin û gelek hunermendên ku ji derveyê welat jî beşdar bibin de agahî da û di axavtina xwe de hemû xelqê Dîyarbekir dawetê konserê kir.

Unsal di axavtina xwe de destnîşan kir ku li giştîyê bajar û navçeyên Tirkîye ji bona êtîm, sêwî û mexduran re xebatan dikin û got ku ew ji cilan heta xwerin û vexwerinê, gelek fealîyetan ji êtîm û sêwîyan re dikin.

“Em ê bi vê bernameyê ji êtîmên xwe re him meddî û him jî menewî alîkarîyê bikin”

Unsal di berdewama axavtina xwe de ragihand ku ew ji bona êtîman gelek fealîyetên bi xêr dikin û ew ê van fealîyetan jî berdewam bikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em di çarçoveya van fealîyetên xwe de di tarîxa 15ê Gulanê roja Yekşemê piştî nimêja esrê de ew ê bernameyek me hebe. Vê bernameya me ew ê di seat 16.30yan de dest pê bike û em difikirin ku heta nimêja mexrîbê jî berdewam bike. Hûn jî zanin ku îhtîyacîyên êtîman ya ên meddî û menewî tu car naqede. Em jî bi weqfî îhtîyacîyên êtîman yê meddî bi kar tînin û di navbera xêrxwazan û êtîman de jî wezîfeyek pirê dibînin û em ê vê wezîfeyê jî daîma berdewam bikin. Çawa ku lazimatîya êtîman yê meddî heye îhtîyacîya wan ya menewî jî heye. Şahîyên ewakî jî vê valahîya menewîyetê ev ê ji bona ku tije bibe bi kar bîne. Em bi vê wesîleyê hemû êtîm û malbatên wan jî dawetê bernameyê dikin. Ew ê bi îzna Xwedê ev bername bernameyek bi xêr û bi bereket bibe. Em bi tevî vê bernameya xwe ji wan re alîkarîya menewîyê jî bibin. Em him wan û him jî xelqê Dîyarbekir de’wetê bernameyê dikin.”

Unsal di berdewama axavtina xwe de dîyar kir ku ew qezenca ku di vê konserê de bê bidestxistin ji bona êtîm, sêwî û mihtacan bê xerckirin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Me di dema Borî de qezencên ku bidestxistibû ji bona wan xerc kiribû. Ji ber vê yekê bila dilê xêrxwazên me rehet bibe û ji bernameyê re jî bila bi dil û can alîkarîyê bikin. Em ê di bernameya xwe de kermesek biçûk jî vebikin û qumbereyan jî dêynin li wê derê. Qezenca ku em ê li vê derê bidestbixin bi îzna Xwedê ji bona êtîman xerc bikin.”

Unsal di dawîya axavtina xwe de derheqê hunermendên ku beşdarê konserê bibin de jî agahîyan da û weha got, “Ew ê ji bernameya me re hunermendên me yên bi qîmet yên Ozlem Ajans beşdar bibin û hinek îlahîyan bixweyînin. Di van bernameyan de tu car me tenê nehêştine û ji ber vê yakê em sipasîyên xwe ji wan re dikin. Ew ê ji welatên me yên cîran jî hinek hunermendan beşdar bibin. Ji ber ku da’wetê me qebûl kirine Xwedê ji wan razî bibe. Ew ê van hunermendên me di konserê de ji zimanên cuda îlahîyan bidin dengkirin. Xwedê Teala bila xêra wan qebûl bike. Bi îzna Xwedê ew ê bername bernameyek xweş bibe.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/ENSZYlrmOsg

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler