Hê Bîranîna Şêx Seîd Qedexe Ye

Hê Bîranîna Şêx Seîd Qedexe Ye

Li Xarpêtê komela Palevî ya îlm û çand û alîkariyê, bi minasebeta salvegera 89an ya qiyama Şêx Seîd, bernameyek li dar xist

Li Xarpêtê komela Palevî ya îlm û çand û alîkariyê, bi minasebeta salvegera 89an ya qiyama Şêx Seîd, bernameyek li dar xist. Bername li bînaya komelê hat rastkirin. Di bernameyê de sebebên ku çima Şêx Seîd qiyam kiriye û rejîma Kemalîst çima ew tehdît dîtiye hatin xeberdan.

   Parêzer Mehmet Akar, tevlî bernameyê bû û wiha got: “Ji ber înkar, asîmîlasyon, polîtîkayên tunekirinê yên ku ev serê 90 salî ye diqewimin, nesla û nû kewn vê qiyam û meseleyê bi heqqî nizanin. Hê jî bibîranîna Şêx Seîd û hevalên wî dibin sûc.”

    Akar wiha dewam kir: “Ji ber du sebeban Şêx Seîd Efendî li rejîma Kemalîst îtîraz kiriye: Yek jê rejîmê dixwest ku hukmên Xweda ji ser rûyên van erdan hilînin. Ya din jî ew bû Şêx Seîd Kurd bû û ji xelkê xwe re doza Îslamê digot û dianî.” 

                                   BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.