Hefteya Ciwaniya Musluman

Hefteya Ciwaniya Musluman

Platforma Nesla Quranî, navbera yek û 8ê Hezîranê, hefteya ciwaniya musluman ya cîhanê îlan kiribû. Di vê çarçovê de li Batmanê hinek pêşbirk û fealiyet hatibûn lidarxistin.

Platforma Nesla Quranî, navbera yek û 8ê Hezîranê, hefteya ciwaniya musluman ya cîhanê îlan kiribû. Di vê çarçovê de li Batmanê hinek pêşbirk û fealiyet hatibûn lidarxistin.

Li Diyarbekirê bi çalakiyekê ya ku komela Îkra-Derê rast kir û Klûba Ciwaniya Bîlgeyê jî destek dayê, hefteya ciwaniya musluman qediya. Xort û ciwanan gelek teweccuh dan fealiyeta fînalê. Di çalakiya bi navê şolena ciwaniyê de, xelatên kes û grûbên ğalibên tûrnûva û pêşbirkan hatin dayîn.

Bernama şolenê bi xwendina Quranê dest pê kir. Ji rojnama Doğruhaberê nivîskar Ozkan Yaman, li ser ciwaniya bi himmet sekinî. Da zanîn ku xort û ciwan civakê îdare dikin. Bername bi duayê bi dawî bû.

Lia aliyê din li Batmanê jî, di navbera lîseyan de fînala pêşbirka me’lûmat û îlahiyan hat lidarxistin. Aktîvîte li salona kultura merkezê ya konferansê hat rastkirin. Serekê teşkîlata Huda Parê yê Batmanê Dr. Aydin Gok û hinek rayedarên partiyê, serekê platforma nesla Quanê Alî Altûn, hunermendên ajansa Ozlemê, temsîlkarên saziyên sivîl û gelek xwendekar û welatî tevlî bernameyê bûn. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Perwerdekar Salih Guzel di xeberdana xwe de da zanîn ku, ji bo ciwan û nesla nû neyên îfsadkirin, fealiyetên wiha hewce ne. Bername bi îlahiyên hunermendên ajansa Ozlemê bi dawî bû. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.